Xêliya evînê Li bejna çiya kir Kanîkên fereşînê Kezîyên te xuya kir... Perîya şoreşê Ey hebûna min Şitlê jîna min Porxeleka min Şehîda doza min Rûyê te asîman Hey bilbila botan Li bilindahîyan Newa û stran... Perîya şoreşê Ey hebûna min Şitlê jîna min Porxeleka min Şehîda doza min Kenê rûyê te de Asoya berbangê Bi çûyîna hebûn Heyvê xwe tewandî Perîya şoreşê Ey hebûna min Şitlê jîna min Porxeleka min Şehîda doza min.... Dildar Welat / 04.06.2025