Li navenda Efrînê Kom bûye gola xwînê Bila êdî bimirim Naxwazim ez vê jînê Êş û axîna welat Pirr dike hêrs û şînê Ne çarim û bêhntengim Ji derdê vê evînê Nema êdî dikarim Derman bikim birînê Tenê hênik dikim dil Bi nalîn û girînê Şervan Azad 2018