Birîna Welat

Gotnên Stranê

Welatê min wek gula berojê Serbilinde hêla wê li rojê Wa dilorîne zarokên dozê Birîna te canê min disojê Welatê min dîroka kevnare Hezar sale agrê wê ne sare Geh nale nale geh li dîlane Bê serxwebûnê tu her dem jare Welatê min mînaka mêraye Simbola azadiya jinaye Perçe bû ye bin destê neyare Nizanin tu lêdana dilayeş EyazKurd.2020