Bihara bîranînan

Gotnên Stranê

Min dilê xwe dabû te Bi evînî û bawerî Li rêpana çavên te Temenek bû diyarî... Wêrane ji awirên sar Bihara bîranîna Hevdînên par û pêrar Xemdax man va Bêrîtan... Heza te pêçayî ye Li hizir û ramanê min Hezinî û neçar ma ye Evîna li nav dilê min... Te rûxand hêvîyên me Li ber bayê veqetînê Bi min re dil şikestîne Kolanên vê farqînê... Germa kefa destên te Ji destên min sar nabe Te soza xwe ji bîr bir Birîna min derman nabe... Stranên tenêtîyê Ji min re rêheval in Pêşerojek li gel te Êdî ji min re xeyal in.... Dildar Welat / 03.01.2026

Bihara bîranînan | Kurdma